Ji Hunermend Kendal Maniş Albûma RƎVO⅃UTION

Yayınlandı: 23 Ekim 2015 / İçten Sesler / Voice From Inside
Etiketler:, , ,

kendalmanişrevolutionalbum

Ciwanekî Kurd tenbûr di dest de, bi stileke nû bo eşq û evîna azadiyê distire. Ew zêdetir bi strana ’’Marşa Rojava’’ tê naskirin. Navê wî Kendal e (22) salî ye û li welatê Fransayê Mastera Zanistên siyasî dixwîne. Bi gurbûna agirê şoreşa bakurê Kurdistanê êdî huner beşeke veneqetiyayî ji şoreşê ye.

Albûma wî ya yekemîn ’’RƎVO⅃UTION’’ di 23 Festîvala salane ya Dusseldorfê de bi beşdariya wî, rastî elaqeyeke mezin hat. Weke bi xwe dibêje, di (12) saliyê de dest bi fêrbûna dersên tenbûr û xwendina bi zimanê Kurdî kiriye. Di (16) saliyê de peyvên strana xwe ya yekem nivîsandiye û di temenê (18) saliyê de strana xwe ya yekemîn bi awayekî profesyonel tomar kiriye û video klîpa wê weşand.Di (21) saliyê de strana ’’Marşa Rojava’’ ji bo piştevaniya şoreşa Rojavayê Kurdistanê got û navekî nû di qada mûzîka Kurdî de zêde bû.

Albûm ku ji aliyê Mîr Music Prodctionê ve hatye weşandin, ji 10 trackan pêktê û gotin û awazên 8 staranan yên Kendal bi xwe ne û mjara wan Evîn û Soreş in.

Di daxûyaniyeke taybet de Maniş ji Rewanbêjê re got:  ’ji ber vê navê albûma min Soreşa Evînê ye, bi ingilizî (revolution bi wateya şoreşê ye û dema tîpa E û L ji aliyê rastê ve bêne xwendin, peyva LOVE,  wate Evîn derdikeve).

Kendal bawere şoreş û evîn nêzî hevin û mijarên herî giring yên jiyanê ne: ’’Bê evîn şoreş pêk nayê, şoreşger kesên evîndarin, evîndarên gel û welatê xwe û azadiyê ne. Bê dil tukes nabe şoreşger, bê dil şoreş nikare serkeftî be’’.

Kendal albûma xwe pêşkêşî kekê xwe (Keko Têkoşer Bazarcix ) kiriye ku sala borî şehîd bûye: ”Min pir dixwest ku wî ew roj dîtiban, lê mixabin zû çû. Ev proje ji bo bîranîna wî ye. Kekê min evîndarekî mezin û xebatkar û şoreşvanekî mezin bû”.

Trackên Albûmê:

  1. Lo mîro
  2. War Mezmaka
  3. Dîsa Serhildan
  4. Tu Kî ya?
  5. DersîMarş
  6. Marşa Rojava
  7. Dem Dem
  8. Zam(Gezî Direnişi)
  9. Ta Hazdakam
  10. GoVend

Reklamlar

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Connecting to %s